Rêveberiya Xweser 10 xal pêşkêşî hikûmeta Sûriyê kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê 10 xal ji bo danûstandinan pêşkêşî hikûmeta Sûriyê kirine.

 

Rewşa Rojavayê Kurdistanê beşek ji rewşa giştî ya Sûriyê ye. Pêşhatên nû yên Sûriyê wisa kiriye ku rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê bikeve tevgerên nû.

 

Wek tê zanîn bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de carna hevdîtin têne kirin.

 

Di xalekê de hatiye ku, dewleta Sûriyê Dewleteke navendî ye, paytexta wê Şam e û Beşar Esed jî serokê wê ye. Lê medyaya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, di xalên xwe de behsa wê yekê nake.


Xalên Rêveberiya Xweser pêşkesî hikûmeta Sûriyê kirine ev in:

 

1- Parastina Yekîtiya xaka Sûriyê.

 

2- Sîstema desthilatdariyê li Sûriyê komarî-demokratî ye û rêveberiyên xweser beşek in ji wê.

 

3- Nûnerên rêveberiyên xweser li nav parlementoya Şamê hebin.

 

4- Li kêleka ala Sûriyê, divê alên rêveberiyên xweser bêne hildan.

 

5- Li navçeyên rêveberiyên xweser, bi awayekî ku ne li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê û destûrê be, karê deplomasî bê birêvebirin.

 

6- Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşek ji Artêşa Sûriyê bin û sînorên Sûriyê biparêzin.

 

7- Hêzên Asayîşê li navçeyên rêvberiyên xweser, li gorî destûra Sûriyê û ji aliyê encûmenên xwecihî ve werin birêvebirin.

 

8- Li navçeyên rêveberiyên xweser, xwendin bi zimanê dayikê be û Zimanê Erebî zimanê sereke be, li hemû Sûriyê.

 

9- Li navçeyên rêveberiyên xweser, li kolêjên dîrok, çand, ziman, wêje û beşên hevşêweyî wan, xwendin bi zimanên xwecihî be.

 

10- Parvekirina samanên Sûriyê, li ser navçeyên wî welatî, bi awayekî dadmend be.

 

Hikûmeta Sûriyê  ji danûstandinan geşbîn e


Berî niha Hikûmeta Sûriyê ragihand ku bi danûstandinên ligel grûpên Kurdî yên wî welatî geşbîn e, ku dixwazin ligel Şamê bigihin rêkeftineke siyasî û di danûstandinan de pêşketin heye ku Rûsya navbeynkariyê dike.

 
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad gotibû: "Ezmûnên berê yên ligel grûpên Kurdî ne palder bûn, lê niha pirs gihiştiye qonaxa dawî. Eger beşek ji Kurdan dibêjin ew beşekî neveqetiyayî ne ji dewletê û gelê Sûriyê ne, wê demê rewş baş e, lema ez berdewam geşbîn im û ji van grûpên siyasî dixwazim ku di danûstandinan de dilsoz bin, ku niha di navbera dewleta Sûriyê û van grûpan de birêve diçin, ji ber ku divê ew yek li ber çavan bê girtin ku tiştekî cihê vê bigire nîne û piştrast im hemû hêzên biyanî ji Sûriyê vedikişin."

 
Navbeynkariya Rûsyayê



24ê Kanûna derbasbûyî, firokeyek ji Firokexaneya Qamişlo ber bi Baregahê Rûsyayê ve, li Himêmîma Sûriyê firiya. Firokeyê şandeke Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bire Himêmîm û ji wê derê jî, bire Moskowê û şanda navbûrî çend hevdîtin ligel berpirsên Wezareta Derve ya Rûsyayê pêk anîn.

 
Serokê Şanda Rojava bo Moskowê, Bedran Çiya Kurd ragihand ku helwêsta Rûsyayê erênî bû û amadebûna xwe pêşan daye ku di navbera wan û Şamê de, navbeynkariyê bike.

 
Berê berpirsên hikûmeta Sûriyê li Şamê, daxwaza birêvebirina deriyên sînorî, belavbûna hêzên ewlekariyê li nav bajaran, vegera fermanberên Bendava Firat û beşdarbûna Kurdan di hilbijartinên xwecihî de dikir, lê wê demê danûstandin biser neketin û rawestiyan.

 
Niha nexşerêya rêkeftina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê, ji çar xalan pêk hatiye; Hêzên hikûmeta Sûriyê sînorê bakurê Sûriyê ligel Tirkiyê biparêzin, garantîkirina parvekirina samanên xwezayî, bi awayekî dadperwer li navçeyên jêr desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bicîhkirina wan di destûrê de, eger rêkeftin jî çêbû herdu alî kar li ser bicîhkirina Hêzên Sûriya Demokratîk di nav rêzên artêşa Sûriyê de dikin. Herwiha şêwazekî maqûl ji bo yekgirtina Rêveberiya Xweser li Rojava tê dîtin, di destûrê de tê garantîkirin û li gor nexşerêyê Rêveberiya Xweser pêdagir e li ser wêya ku sîstema desthilatdariyê ne navendî be