Kosret Resûl: Fersenda 100 salî ji dest kurdan diçe

20-01-2017
RÛDAW
Nîşan Kosret Resûl Kurdistan YNK Kurd Fersenda 100 salî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî got: “Serxwebûn ji bo kurdan ne tenê xewnek e.”

 

Kosret Resûl anî ziman “Rewşa îro, li hêla kurdan e û li paş me piştgiriyeke baş heye. Eger em pirsgirêkên xwe yên navxweyî demildest çareser nekin, fersenda 100 salî dê ji destê me biçe.”

 

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl pirsên Rûdawê bersivandin.

 

We di daxuyaniya xwe ya dawî de gotibû “Rojên xeternak li benda kurdan e.” Ji ber çi we hişyariyek bi vî rengî da?

 

Her tişt dide xuyakirin ku îsal, bi taybetî piştî ku Mûsil ji destê DAIŞê were rizgarkirin, dê li herêmê hin guhertin pêk werin. Kurd ji ber ku di têkoşîna li dijî terorê de roleke giring dilîze, li Rojhilata Navîn yek ji karakterên giring e. Ji ber vê yekê jî ne mimkun e guhertin, bi berepaşkirina kurdan pêk were.

 

Mixabin rewşa siyasî û aboriya Herêma Kurdistanê, zehmetiyên jiyanê, dibin sedem ku em li gel guhertinan bi tirs û bi fikar bin. Weke ku ez her gav dibêjim, tenê gava kurd bibin yek, dikarin mafên xwe bi dest bixin. Rewşa îro, li hêla kurdan e û paş me piştgiriyek baş heye. Eger em pirsgirêkên xwe yên navxweyî demildest çareser nekin, fersenda 100 salî dê ji destê me biçe.

 

We behs kir ku hêzên Heşda Şeibî li deverên kurdan zêde dibin. We li ser îhtîmala şer û pevçûnên piştî DAIŞê jî sekinî. Di rewşeke wiha de hûn dê helwesteke çawa bigrin?

 

Dîrok û rabirdûya me û gelemperiya birayên me yên Şiî hevpar e. Her du alî jî, ji hêla rejîma Beasê, gelek zilm û zordariyê dîtine. Îro çi dibe bila bibe, divê ji me yek, şer  nefikire. Bi rastî pêwendiya vêya bi meseleyên naxweyî yên Herêma Kurdistanê ve heye.

 

Heke em bibin yek deng, dê kes nikaribe bifikire ku li dijî me bisekine, lê belê heke em weke vê rewşa me, yekîtiya xwe pêk neynin, em dê bi pirgirêkên cur bi cur, rû bi rû bimînin û Heşda Şeibî tenê ji vana yek e.

 

Gelo hêzên Pêşmerge ji deverên ku niha kontrol dike, dê vegere?

 

-Pêşmerge ji axa Kurdistanê dê venegere, lewra ew ax di nav madeya 140emîn a Destûra Iraqê de cih digre û ew made ji aliyê gel ve hatibû hilbijartin.

 

Hûn di axavtineke xwe de gotibû ku serxwebûna Kurdistanê ne tenê xewnek e..

 

Belê serxwebûn ji bo kurdan ne xewnek e. Niha ez Kurdistaneke rasteqîn dibînim û ez bawer im ku hemû kurd vêya dibînin.  Ji ber vê yekê divê em dest bi sepandina vêya bikin û serê pêşî divê em gelê xwe ji vê rewşê û nakokiyên xwe rizgar bikin. Ev hêman dê bibin sedema zûgihiştina me ya bo serxwebûnê.

 

Ramana min a şexsî ew e ku serxwebûn û rehetiya gel rêyên paralel in. Divê em demokrasî, azadî û azadiya ramanan pêşve bixin. Divê em dewleteke şefaf û ji gendeliyê hatiye paqijkirin, damezirînin. Em dikarin tenê bi vî şiklî bigihîjin armanca xwe.

 

Hûn di peyama xwe ya dawî de xwestibû, lûtkeyeke ku 5 partî beşdar bibe were lidarxistin. Berê jî lûtkeyên bi vî rengî hatin lidarxistin lê encamekê neda. Hûn bawer in ku îcar encamek derkeve?

 

-Belê me berê jî pêk anîbû, lê niha rewş û dem cuda ne. Niha haya hemû aliyan ji xetereyên ku dê derkevin holê, heye. Ji ber vê yekê, ji bo çareserkiran pirsgirêkan dem dema hatina ba hev e. Herwiha ji bo ku baweriya gel ji nû ve ji hikûmetê re çêbe, ez wisa difikirim ku divê gel bi xwe di nav geşedanan de be.

 

Serokê Herêma Kurdistanê xwestibû ku li ser namzedekî yekîtiyek were pêk anîn û namzedeke nû were nîşandan.  Ji ber çi partiyên din nehatin ba hev û hewl nedan li ser namzedekî li hev bikin? Hûn xwe ji bo peywira demkî ya Serokatiya Kurdistanê amade dibînin?

 

Kursî û peywir ji bo min ti car nebû giring û nabe jî. Ji bo min a giring rehetiya jiyana gel e, di dema xwe de wergirtina mûçeyan e, di nav gel de pêkanîna dadê ye û şefafbûna rêvebiriya dewletê ye.

 

Peywirên Serokatî, Serokwezîrî û Serokatiya Parlementoyê di nav tûrikekî de, weke heman pirsgirêkê, ku bê pêşkêşkirin, li gor we hevsengiya van peywiran divê çawa be?

 

Vegerandina hevsengiya hêzê li Kurdistanê, pêwîstî bi ji nû ve plankirin û dabeşkirina kursiyan heye. Hevsengiya hêzê, tenê bi dabeşkirina çend peywiran pêk nayê. Divê ev li ser biryarên siyasî yên ku tên dayîn, dosyeyên cuda û pêwendiyên navdewletî  were sepandin. Ji aliyên din re tenê bi dayîna çend peywiran hevsengiya hêzê bi cih nayê. Bi ya min, peywir li gor dengên ku di hilbijartinan de tên wergirtin, divê were dabeşkirin.

 

Bi beşdarbûna we, layenên YNKê çendîn car hatin ba hev. Gelo pirsgirêk ber bi çareseriyê ve diçin?

 

Hewldanên me bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên YNKê didome. Em dizanin ku çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên YNKê, dê bandora xwe li ser çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê nîşan bide. Rikeberiya me li ser pêgeh û giraniya YNKê û cîbicîkirina rêzikname û dîsîplînên partiyê ye.

 

We piştgirî dida Alîkarê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih, da ku di Hikûmeta Iraqê de peywireke payebilind bigire. Gelo hûn hîn jî vê piştgiriya xwe didomînin?

 

Belê ez hîn jî di heman ramanê de me û hîn jî heman tiştî dibêjim. Niha piştgiriya xwe zêdetir didim birayê xwe Dr. Berhem Salih. Piştevaniya hemû ciwanên me yên ku dixwazin ji neteweya me re xizmetê bikin û ji bo siberojê  hewl didin, peywira me ye.

 

PORTRE / Kosret RESÛL ELÎ

 

Kosret Resûl Elî di 1ê Tîrmeha 1952ê de li gundê Şîwaşok ê girêdayî Koye ya ser bi Hewlêrê ve jidayîk bûye. Di sala 1968ê de tevli refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye. Di sala 1976ê de li Bulgarîstanê Beşa Çandiniyê xwendiye. Di sala 1977ê de ji aliyê Partiya Beasê ve hatiye girtin û di Îlona heman salê de hatiye berdan. Kosret Resûl di sala 1984ê de bûye endamê Polîtburoya YNKê.


Di 14ê Tebaxa 1984ê de tevli refên pêşmergeyê bûye. Di raperîna 1991ê de ji aliyê Bereya Kurdistanî ve weke berpirsê Bereya Hewlêrê hatiye erkdarkirin. Di hilbijartina ewil a Herêma Kurdistanê de weke endamê parlementoyê hatiye hilbijartin. Di sala 2006ê de Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê bûye. Kosret Resûl Elî di heman demê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst