BEDLÎS – Zêr deyn kir û bû karsaz

20-01-2017
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Firin Saliha Yamaç
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Bedlîsê dayika sê zarokan Saliha Yamaç, ji hevalekê xwe 7 zêrên çarîk bi deyn wergirt û bi wan zêran bû xwedan kar.

 

Saliha Yamaç beriya salekê 7 zêrên çarîk ên hevalê xwe bi deyn stend û bi wan zêran li taxa xwe firinek vekir û dest bi çêkirina nanê ten, kûlîçe, sîmît, kade û borekan kir.

 

Piştî demekê li ser zêdebûna xwazyaran Salihayê dest bi çêkirina nê tenure jî kir. Niha ew nanê xwe yê tenure dişîne bajarên din.

 

Li cihê karê Salihe Yamaç 4 kesên din kar dikin. Ew dibêje, bi tevê tengasiya madî dema ji xwe re cihê kar vekiriye rastê nerazîbûnê hatiye.

 

Saliha Yamaç dibêje; “Mirov tên li dikana me taştê dixwin. Em rojane 200 nanên tenure çêdikin. Em ti tiştekî jî naxin nav hevîrê xwe.”

 

Ji bikiran Aslan Deryal jî dibêje, ew her sibe li vê firinê taştêya xwe dixwe. Deryal dibêje ew dikandarekê mînak e û him kar dike û him jî zarokên xwe xwedî dike.

 

Aslan Deryal diyar dike, “Bi rastî bi fedekarî kar dike. Pir ked dide. Giring e ku di taxa me de ciheke wiha heye. Şagirtên keç dikarin li vir bi rehetî taştê bixwin.”

(Jêder: AA)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst