Rêxistina Besîc a Îranê bêdengiya xwe li hember ‘Kurdistana Bakûr’ şikand
Hewlêr (Rûdaw) – Derheqê avakirina parêzgehek nû li Rojhilatê Kurdistanê, rêxistina Besîc a Îranê jî dengê xwe kir. Serokê rêxistina Besîc, Mihemed Riza Neqdî di serdana xwe ya Rojhilatê Kurdistanê de ragihand, damezirandina parêzgehek nû bi navê Kurdistana Bakûr mîna hemû parêzgehên din ên welêt li gorî qanûnan dibe. Azerî jî dibêjin, emê kefen li xwe bikin û dakevin kolanan.
Mihemed Riza Neqdî, her wiha diyar kir ku ev mijareke îdarî ye û nabe li nav kolan û medyayê de bê gotûbêjkirin.
Neqdî behsa nakokiyên navbera gelên kurd û azerî li parêzgeha Ormiyê jî kir û got, nabe em bi hinek gotinan nakokiyê bixin navbera gelan û yekbûna netewî bixin metirsiyê.
Ev gotinên serokê rêxistina Besîc rastî nerazîbûna tund a hinek kesan hat ku xwe wek parêzerên xaka Azerbaycanê û şûnketiyê tund ên mezheba şîe û aşiqên Ehlî Beyta pêxember dibînin.
Ew kesên han di daxuyaniyekê de kurdan wek qaçaxçî û neyarê îmam Elî bi nav dikin û dibêjin, serokê rêxistina Besîc, li Mehabadê behsa perçekirina parêzgeha Omriyê kiriye û dilê neyarên îmam Husênê kurdê îmam Elî xweş kiriye.
Ev azeriyên tund her wiha rexne li nûnerên azerî yên Ormiyê û zanayên ayînî yên şîe digirin ku li hember van gotinan bêdeng mane.
Wan kesan her wiha gefa wê jî xwarine ku eger pêşiya daxwaziyên kurdan li Ormiyê neyê girtin dê kefen li ber bikin û dakevin kolanan.
Parvekirina parêzgeha Ormiyê beriya niha ji aliyê nûnerê Mehabadê li Parlamentoya Îranê Osman Ehmedî, hatibû rojevê.
Ehmedî daxwaz kiribû, li başûr û başûrê rojavayê Ormiyê, parêzgehek nû bi navê Kurdisttana Bakûr bê avakirin û navenda wê jî bajarê Mehabadê be.
Ev di demekî ye ku li gorî benda 9 a qanûna avakirina parêzgehan a Îranê, her parêzgehek divê herî kêm milyonek nifûsa wê hebe û navenda wê jî yek ji wan bajaran be ku parêzgeh jê pêk hatiye û mercên yên siyasî, aborî, çandî, sirûştî û civakî “guncaw” be.
Li gorî vê qanûnê, eger parêzgeha nû ya kurdî tenê ji bajarên kurdî yên dikevin başûrê Ormiyê, mîna Bokan (224 hezar û 628 kes), Mehabad (215 hezar û 529 kes), Serdeşt (111 hezar û 590 kes), Pîranşar (123 hezar û 639 kes) û Neqede (121 hezar û 602 kes) pêk were sifûsa wê digihîje nêzîkî 800 hezar kes, wate ji milyonekê kêmtir e û eger li bajarê Şino jî lê bê zêdekirin nifûsa wê dibe nêzîkî 900 hezar kes dîsa jî têrê nake.
Li gorî hinek aliyan, bajarê Neqede ji ber ku jibilî kurdan azerî jî tê de dijîn, dema bi parêzgeha nû ya kurdî ve were girêdan wê çaxê îhtimala hinek alozî û tevliheviyên etnîkî û siyasî jî heye.
Yek ji parêzgehên din ên nû ku behsa wê tê kirin, parêzgeha Zagros e ku beşek ji parêzgeha Loristanê daxwaza wê dikin û pêşniyar dikin ku bajarê Birûcêrdê ku dikeve rojhilatê Loristanê, bibe navenda wê. Helbet jibilî navê Zagros, navên mîna Bûstan, Birûcêrd û Loristana Rojhilat jî tên pêşniyarkirin.
31 parêzgehên Îranê heye. Di warê nifûsê de Tehran ji hemû parêzgehan mezintir û parêzgeha Îlamê jî hemûyan biçûktir e, di warê rûber û firehbûnê de jî Kirman ji hemû parêzgehên din ên Îranê mezintir û Elborz jî ji hemûyan biçûktir e.
Serokê rêxistina Besîc a Îranê, Neqdî-Li bajarê Mehabadê