Îhtimala wê heye kongreya YNKê were paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Polîtburoya YNKê ragihand, îhtimala wê ye ku kongreya YNKê paş bikeve. Serokê komîteya amadekariya kongrê jî dibêje, paşxistina kongrê di destê me de nîne.

Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandiye, dê roja 31ê Çileya îsal çaremîn kongreya xwe li dar bixe lê li gorî ku xuya ye îhtimal heye kongre were paşxistin.

Derheqê vê yekê de, endamê polîtburoya YNKê Şoriş Îsmaîl, ji malpera fermî ya YNKê re gotiye, dibe ku kongreya YNKê ya 31ê vê mehê were paşxistin.

Li gorî wî berpirsê YNKê, serokatiya YNK dê li ser vê daxwazê nîqaş bike çimkî gellek kes vê yekê dixwazin.

Serokê komîteya amadekariya kongrê û kargirê polîtburoya YNKê, Hakim Qadir Hemecan, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, em dê hemû amadekariyên xwe bikin da ku kongre di dema xwe de were lidarxistin lê paşxistina kongrê di destê me de nîne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl û Berhem Salih dixwazin kongre di dema xwe de were sazkirin lê endamên polîtburoyê bûne du perçe: hinek dibêjin divê di dema xwe de bê lidarxistin û hinek jî dibêjin bila were paşxistin.