Nêçîrvan Barzanî Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî de got, “Kurdistan dê her wekî welatê bihevrejiyanê ji bo hemû pêkhateyan bimîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Cejna Rojî ya Êzî bi germî li rêzdaran Mîr û Civata Rûhanî û tevahiya xwişk û birayên me yên Êzidî li Kurdistanê, Îraqê û li her cihekê bin, pîroz dikim.
Hêviya cejneke xweş û bêhnvedaneke aram û tena ji bo hemûyan dixwazim.
Em xwişk û birayên me yên Êzidî piştrast dikin ku Kurdistan dê her wekî welatê bihevrejiyanê ji bo hemû pêkhateyan bimîne û dê her piştevan û parêzvanê maf û daxwazên wan ên rewa be.
Her wiha dê ji bo baştirkirina rewşa jiyana wan û avedankirina deverên wan alîkar be.
Cejn li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî."