Nêçîrvan Barzanî çû şîna Mîrê Kuweytê û nameyeke sersaxiyê nivîsand
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ji bo şînê çû Konsulxaneya Kuweytê û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê ragihand.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Konsulxaneya Kuweytê ya Hewlêrê û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf Ehmed El-Sebah nivîsand.
Mîrê Kuweytê Şêx Newaf Ehmed Cabir El-Sebah 16ê mehê di 86 saliya xwe de koça dawî kir.
Nêçîrvan Barzanî li Konsulxaneya Kuweytê hevxemiya xwe pêşkêşî serkirdayetî û gelê Kuweytê kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Konsulê Kuweytê Osman El-Dawûd, spasiya xwe ji bo hevxemiya Serokê Herêma Kurdistanê di sersaxiya wan de nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo şîna Mîrê Kuweytê çû Konsulxaneya Kuweytê ya Hewlêrê û nameyeke sersaxiyê nivîsand
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 19, 2023
Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sabah di 86 saliya xwe de koça dawî kir pic.twitter.com/dYDm6hbeGE
Şêx Newaf di 7ê Sibata 2006an de wek şahzade hat tayînkirin û di 29ê Îlonê de şûna birayê xwe Sebah Ehmed Cabir El-Sebah girt.
Piştî wefata Şêx Newaf bi saetan, Şêx Mişel Ehmed Cabir El-Sebah wek Mîrê nû yê Kuweytê hat destnîşankirin.
Şêx Mişel Ehmed Cabir El-Sebah sala 1940ê ji dayik bûye û kurê heftemîn ê Cabir El-Sebah e.
Şêx Mişel piraniya salên xwe di dezgehên ewlehî û îstixbaratê de kar dikir û sê birayên wî berê Mîrê Kuweytê bûn.