Li Agiriyê 117 koçber hatin desteserkirin

19-12-2023
RÛDAW
Nîşan Agirî Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Bakurê Kurdistanê 117 koçberên Efxan û Pakistanî hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan tîmên fermandariya cendermeyan a Agiriyê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê ji bo desteserkirina hejmarek koçber operasyonek da destpêkirin.

Tîmên cendermeyan di çarçoveya operasyonê de li Bazîdê bi ser dû navnîşanan de girt û 109 koçberên Efxan û 8 koçberên Pakistanî, bi giştî 117 koçber desteser kirin.

Di heman operasyonê de 3 kes jî bi gumana qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.

Koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî ji bo Rêveberiya Koç û Koçberan a Agiriyê hatin şandin.

Hat ragihandin ku ji bo kesên bi gumana qaçaxçîtiya koçberan hatine desteserkirin milyonek û 714 hezar lîre cezayê pereyan hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst