Tirkmenan li Kerkûkê çend kursî bi dest xistin?

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkmenan ragihand ku wan di hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûka Başûrê Kurdistanê de 3 kursî bi dest xistine û dibe ku kursiyeke din jî bi dest bixin.

Xelkê Kerkûkê piştî 18 salan cara yekem ji bo Hilbijartinên Encûmena Parêzgehan çûn ser sindoqan.

Li gorî encamên nefermî, partiyên Kurdan 8 kursî garantî kirin.

Tirkmenên ku li Kerkûkê bi lîsteyekê ketin hilbijartinan diyar kir ku wan jî 3 kursî garantî kirine.

Berbijêrê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya Eniya Tirkmenî Mardîn Tehsîn ji Rûdawê re diyar kir ku li gorî amaran, lîsteya Tirkmenan 3 kursiyên bajêr bi dest xistine û bi hatina encamên hilbijartinê re ew hêvî dikin ku kursiya 4emîn jî bi dest bixin.

Berbijêrê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya Eniya Tirkmenî Mardîn Tehsîn got:

“Ev ew encam in ku çavdêrên me yên li ser sindoqan berhev kirine lê encamên dengdanê yên hemû sindoqan li ber destê me nînin.

Lewma em li bendê ne ku komîsyon îro danê êvarê encaman eşkere bike.”

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi giştî ji 16 kursiyan pêk tê û kursiyek jî bi sîstema kotayê ji bo Xiristiyana hatiye veqetandin.

Partiyên Kurdan dê bi bidestxistina 8 kursiyan piraniya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi dest bixin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dê îro saet 17:00an encamên fermî yên destpêkê yên hilbijartinan eşkere bike.

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed ragihand, YNKyê li navenda bajêr di 1417 sindoqan de 132 hezar û 481 deng, PDKyê 44 hezar û 798 û Newey Nwê (Nifşê Nû) 23 hezar û 548 deng standine.

YNKyê destnîşan kir ku wan 155 hezar deng, PDKyê 49 hezar û Newey Nwê jî 25 hezar deng standine.