Li Rihayê çend Sûriyeyî hene?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Îdareya Koçê ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 303 hezar û 68 welatiyên Sûriyeyî hene.

Serokatiya Îdareya Koçê, amarên koçberên Sûriyeyî yên li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

Li gorî amarên ku heta 14ê Kanûna Pêşîna 2023yan hatine tomarkirin, li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 226 hezar û 141 welatiyên Sûriyeyî yên tomarkirî hene.

Piştî parêzgehên Stenbol û Dîlokê herî zêde koçberên Sûriyeyî li Rihayê dijîn.

Li gorî amaran li Rihayê 303 hezar û 68 welatiyên Sûriyeyî dijîn ku dike ji sedî 12,25ê hemû nişteciyên Rihayê.

Herwiha li Rihayê 2 hezar û 95 biyanî bi “destûra niştecîbûnê” dimînin ku welatiyên Rûsya, Îraq û Herêma Kurdistanê, Îran û Azerbaycanê ne.

Li Stenbolê 529 hezar û 361 û li Dîlokê 425 hezar û 181 welatiyên Sûriyeyî dijîn.