Sedî Pîre: Yekîtiyê li Kerkûkê text bi dest xist, ne kursî

19-12-2023
Nîşan Kerkûk Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan YNK Sedî Pîre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Sedî Pîre got, “Yekîtiyê (YNK) li Kerkûkê text bi dest xist, ne kursî.”

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehan, li Kerkûkê 8 kursiyên Kurdan garantî ne.

Li gorî encamên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji navendên dengdanê wergirtine partiyên Kurdan 8 kursî garantî kirine.

Li gorî encamên destpêkê yên nefermî, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê 5 kursî garantî kirine.

Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî 3 kursî garantî kirine.

“Text bi dest xist, ne kursî”

Berdevkê YNKyê Sedî Pîre li ser serkeftina partiya xwe wiha axivî:

“Yekîtiyê li Kerkûkê text bi dest xist, ne kursî “

Yekîtî dê li Kerkûkê bibe fraksiyona herî mezin û dê ji bo parêzgariya Kerkûkê ji partiyên Kurdan re diyalogê bike.”

Sedî Pîre destnîşan kir ku Yekîtiyê li Xurmatûyê nêzîkî 10 hezar dengan wergirtine û li ser Kerkûkê got:

“Niha li Kerkûkê 5 kursiyên me garantî ne, em dê kursiyê şeşan jî bistînin û dibe ku yên heftan jî bikeve destê me.”

Sedî Pîre / Wêne: Rûdaw

Eger YNK kursiyê 6an jî bistîne dê di encûmena parêzgeha Kerkûkê de bibe partiya yekem.

Encûmena parêzgeha Kerkûkê ji 15 kursiyan pêk tê.

Heke ku Kurd li gorî encamên fermî 8 kursiyan bi dest bixin û partiyên Kurdan li hev bikin dê parêzgariya Kerkûkê bibe heqê Kurdan û dê parêzgar jî Kurd be.

Piştî sala 2005an cara ewil doh li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Kurdan piştî temembûna denganê li bajêr gelek şahî li dar xistin.

Xelk bi hêvî ye ku parêzgarê Kerkûkê careke din bibe Kurd û neheqiyên ku li wê derê li Kurdan tên kirin bi dawî bibin.

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst