DEM Partiyê ji ber serkeftina Kerkûkê YNK pîroz kir

19-12-2023
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Kerkûk Hilbijartin PYNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê ji ber serkeftina wê ya di hilbijartinên encûmûna parêzgeha Kerkûkê de Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) pîroz kir û wan got, “Em îradeya gelê Kerkûkê silav dikin."

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullarî  derbarê  encamên hilbijartinên encûmena parêzgaha Kerkûkê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Hevserokên DEM Partiyê got, "Em îradeya gelê Kerkûkê silav dikin. Em ji ber helwesta wan a demokratîk  û beşdariya di wan hilbijartinên ku ji  sala 2005an ve yekem car tên kirin de, pîrozbahiyê li gelê Kurd,  û gelên li Kerkûkê dikî.”

Hevserokên DEM Partiyê di beşeke din a daxuyaniya xwe de got:

“Em hêvî dikin hilbijartinên Îraqê ku ji bo Rojhilata Navîn gelek girîng in, ji gelên navçeyê re demokrasî, dadmendî û azadiyê bînin.

Hilbijartinên Kerkûkê dûr ji alozî û rageşiyan hatin kirin ku di hilbijartinên Îraqê de bala herkesê li ser  wê derê bû û ew hilbijartin zêdetir ji partiyên siyasî yên biserketine bûn îradeya gelên li Kerkûkê dijîn.

Li Kerkûkê ku di serî de welatên li navçeyê gelek hêzên civakî li wê derê ji bo nearamiya siyasî û aloziyan her core destwerdanê dikin, gel çû ser sindoqan û îradaya xwe ya demokratîk nîşan da.”

Hevserokên DEM Partiyê ji ber serkeftina li Kerkûkê YNK pîroz kir û wan got:

“Em dizanin ku îradeya gelê Kurd dê wekî di dîrokê de jî bûye îro jî bi esasgirtina gelên navçeyê û  çanda bihevrejiyanê xwe nîşan bide.

Em bawer dikin ku rêveberî ji bo ku gelên li Kerkûkê di keşûhewayek demokratîk de bi nasname û baweriyên xwe bijîn dê hestiyariya pêdivî nîşan bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst