Ji ber 'Ala Kurdistanê' polîsan avêtin ser baregehên PAK, PSK û Hereketa Azadî

19-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê polîsên Tirkiyê bi ser avahiyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî de girtin û alên Kurdistanê yên li baregehên her du partiyan anîn xwarê.

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî ragihand, polîsên Tirkiyê li ser biryara Dadgeha Sulhê ya Amedê li avahiyên PAK û PSKê û Tevgera Azadî dest bi lêgerînê kirine.

Li gor agahiyan, polîsan li baregehên her du partiyên PAK û PSKê û herwiha avahiya Tevgera Azadî yên li Amedê dest bi lêgerînê kirine û alên Kurdistanê yên li baregehên wan partiyan anîne xwarê.

Bi helkefta 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê, li bajarê Amedê li ser avahiyên PSK, PAK û Hereketa Azadî alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin.

Li gor zanyariyan, lêgerîna polîsan di avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de berdewam e.

Têkildarî serdegirtina polîsan, Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir.

Bayram Bozyel ragihand, “Bêtehemuliya li hember nirxên Kurdistanê di asta herî jor de ye... Li ser îşareta komên faşîst ên nijadperest, hêzên ewlehiyê avêtin ser avahiya Parêzgeha Amedê ya PSK’ê û alayên Kurdistanê kom kirin. Ev bêtehemuliya li hemberî nirxên Kurd û Kurdistanê nayê qebûlkirin, em vê yekê bi tundî şermezar dikin.”

Serokê Giştî yê Tevgera Azadî, Metîn Pîranî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Amedê avahiyên partiyan ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin.

Pîranî li ser Twitterê got: “Ji hemû raya giştî ya welatparêz û dostên me re ragihandin. Avahiya tevgera me niha di bin dorpêça polîsan de ye.”

  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst