Li Amedê geştên esmanî hatin rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji şeva borî ve heta niha mij û moran berdewam e û li Firokexaneya Amedê geştên firokeyan hatin rawestandin.

Li Amedê ji ber mij û moranê û di encam de kêmbûna mesafeya dîtinê, çûn û hatina bejayî û esmanî zehmet bûye.

Hat ragihandin ku ji ber mij û morana zêde, îro li Firokexaneya Amedê geştên firokeyan hatine rawestandin û ji şeva bihorî demjimêr 22:30 xûlekan ve heta niha ti geştên esmanî nehatine kirin.

Ji aliyê rayedaran ve hatiye ragihandin, ku piştî nemana mij û moranê dê careke din geşt berdewam bin.

Ligel nêzîkbûna demsala zivistanê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û hewaya sar berdewam e û li gelek deveran ji ber şert û mercên hewayê welatî rûbirûyê zehmetiyan dibin.