Nêçîrvan Barzanî ji ber organîzekirina Kupaya Cîhanî pîrozbahî li Mîrê Qeterê kir

19-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya serkeftina wan di rêkxistina Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022 de, pîrozbahî li Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û gelê Qeterê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duh Yekşemê 18ê Kanûna 2022yan li ser vexwendineka fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî serdana paytexta wî welatî Doha kir.

Nêçîrvan Barzanî, di vê serdanê de, ligel hejmareke ber bi çav ji serokên welatên cîhanê beşdarî di fînala Kupaya Cîhanî de kir.

Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê rêkxistina Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: “"Ez dewleta Qeterê, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û birayên me yên li Qeterê ji ber vê serkeftina bêhempa ya ku di mazûvaniya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2022an de pêk anîne, pîroz dikim. Hezar carî pîroz dikim."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst