PAK: Alaya Kurdistanê nirxeke me ya neteweyî ye û em qet dest jê bernadin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê piştî ku hêzên ewlehiya Tirkiyê ji ber Ala Kurdistanê avêtin ser baregehên PAK, PSK û Hereketa Azadî, ragihand ku “Alaya Kurdistanê nirxeke me ya neteweyî ye, rûmeta me ye û em dê her û her hildin.”

Îro Duşemê 19ê Kanûna 2022yan li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê polîsên Tirkiyê bi ser avahiyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî de girtin û alên Kurdistanê yên li baregehên her du partiyan anîn xwarê.

Derbarê vê yekê de Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje: “Em êrîşa li himberî Alaya Kurdistanê û li himberî partîya me şermezar dikin; Alaya Kurdistanê nirxeke me ya neteweyî ye.”

PAK dide zanîn ku bi destûra  Serdozgerê Komarê ya Amedê polîsên Ewlehiyê yên Amedê, roja avêtin ser Teşkîlata Amedê ya PAKê û di nav buroya partiyê da lêgerîn kirin, nava avahîyê têk dan.

Bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê PAKê li avahiya xwe ya Amedê Alaya Kurdistanê hilda bû.

Li gor daxuyaniyê polîsên ku avêtine ser avahîya PAKê gotine “Ji ber ku we Alaya Kurdistanê li ser tabelaya teşkîlata xwe hildaye, Serdozgerê Komariyê yê Amedê îzna lêgerîna nav avahîyê daye me. Em ji bo vê sedemê hatine.” Di dema ku polîs çûne nav avahiya PAKê, rêvebirên partiyê me li wê derê amade bûn û paşê jî parêzerê wan Murat Aba çûya avahîyê.

PAK dibêje: “Polîsan xwestin Alayên Kurdistanê jî ji nav avahiyê berhev bikin. Lê rêvebirên partiya me îtîraz kirin û gotin ‘Em nahêlin hûn Alaya Kurdistanê bibin’. Ji ber vê helwesta rêvebirên partiya me, polîsan bertek û nerazîbûn nişan dan û di navbera rêvebirên partiya me û polîsan de gengeşî derket. Ji ber vê helwesta hevalên me, polîs li Serdozgerê Komarê yê Amedê digerin û Serdozger li pêş parêzerê partiya me di telefonê da dibêje ‘Divê hûn hemû alayan berhev bikin.` Lê hevalên me dîsa qebûl nekirin, polîsan jî bi awayekî zordestî ew dokument û Alayên Kurdistanê yên li nav partîyê berhev kirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê wiha tê gotin:

“Polîsan bi awayekî bêrêzî, hemû eşya, pirtûkên di nav avahya partiyê de bûn yek bi yek têk dan, gelek afîş û dokumant ji nav avahîyê berhev kirin. Polîsan dest danîne ser hemû kompîturên partîyê, dokumanên fermî, pirtûk, kovar, afîş û alayên Kurdistanê û xistine nav 6 çewalan û birine Emnîyeta Amedê.

Polîsên Emnîyeta Amedê Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê hevalê me Nûrûllah Tîmûr jî ji bo îfadeyê bi xwe ra birin Emnîyetê. Parêzerê partîya me Mûrat Aba jî li gel hevalê me Nûrûllah Tîmûr çû Emnîyetê. Niha hevalê me Nûrûllah Tîmûr li Emnîyeta Amedê ye.

Serdozgerê Komarê yê Amedê, di eynî rojê ji bo PSK û Hereketa Azadî jî eynî biryar derxistîye. Û polîsên Emnîyeta Amedê avêtine ser avahiyên PSK û Hereketa Azadî yên li Amedê jî. Li herdu avahîyan jî dokument û Alayên Kurdistanê berhev kirine.

Piştî ku di Roja Alaya Kurdistanê de PAK, PSK û Hereketa Azadî, li avahiyên xwe Alaya Kurdistanê hildan, hinek nivîskarên nîjadperest êrîs anîbû ser her sê partî û hereketan û ew wek hedef nîşan dabûn. Diyar e ku di vê biryara serdozgerî da tesîra van aliyên nîjadperest jî heye.

Alaya Kurdistanê nirxeke neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê ye. Tu kes nikare vê nirxê qedexe bike û em qedexeyeke wiha nas nakin.

Em vê biryara Serdozgerê Komarê yê Amedê û helwesta polîsên Emnîyeta Amedê wek êrîşeke li himberî nirxa neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê , êrîşeke li himber azadiya xwe îfade kirinê û azadiya xebata rêxistinî dibînin. Em vê êrîşê , vê biryarê şermezar dikin.

Partiya Azadîya Kurdistanê, bi navê xwe, bi bernameya xwe û bi lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, wek partiyeke Kurdistanî hatiye avakirin. Ji ber wê jî di derbarê PAKê de doza girtinê hatiye vekirin û ev doz hêj berdewam e.

PAK, di parastina xwe ya di Dadgeha Qanûna Bingehîn de jî bi zelalî gotîye ‘Em navê xwe û bernameya xwe neguherînin; divê Qanûna Bingehîna Tirkiyê û yasayên peywendîdar bêne guhartin’.

Belê, Alaya Kurdistanê rûmeta me ye û emê her û her hildin.”