Hevpeymaniyê hişyarî da Wezareta Pêşmerge: Eger reform berdewam nebin em dê alîkariyan bibirrin

19-12-2022
RÛDAW
Nîşan Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Wezareta Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke hêzên Hevpeymaniyê ku li gel Wezareta Pêşmerge civiya, piştevaniya xwe ji bo pêngavên yekgirtin û ji nû ve avakirina hêzên Pêşmerge dubare kir. Herwiha Hevpeymaniyê hişyarî jî daye ku eger pêvajoya çaksaziyê ya di nava Wezareta Pêşmerge de bi awayekî îstîkrar berdewam neke, dê alîkariyan bên birrîn.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Mîrlîwa Bextiyar Mihemed Sidîq, Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Îsa Uzêr li Hewlêrê bi serokatiya General Peters re bi şanda Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê civiyan.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya derbarê civînê de, hat gotin, ku proseya çaksaziyê di nava Wezaretê de û avakirina beşên hevbeş hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hevpeymaniyê piştgiriya xwe ya ji bo gavên ji aliyê Wezaretê ve ji bo reforman û yekkirna hemû hêzan hatiye avêtin dubare kir.

Derbarê civînê de Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Bahtiyar Mihemed Sidîq ji Rûdawê re wiha got:

"Hêzên Hevpeymaniyê ji me re gotin divê hûn bibin yek, bibin yek, bibin yek, YNK û PDKê bikin yek, divê hûn zanibin ku yekîtî dê we biparêze û herêmeke aram ji we re peyda bike.

Hevpeymaniyê tekezî li ser wê yekê kiriye, ku ew alîkariya ti aliyekî taybet nakin, eger alîkariyê bidin me, dê ji bo Wezareta Pêşmerge bi giştî be, ji bo Kurd û Kurdistanê be, ne bo aliyekî taybet.”

Derbarê berdewamiya alîkariyên Hevpeymaniyê yên ji bo Wezareta Pêşmerge de Bextiyar Mihemed Sidîq ragihand “Ji me re gotin, eger yekgirtî, yekrêzî û reform di Wezareta Pêşmerge de berdewam nebe, dê alîkariyên me berdewam nekin.”

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de ragihand ku Hevpeymaniyê piştevaniya xwe bo hewlên Wezareta Pêşmerge yên bo çaksazî û yekxistina hemû hêzan dubare kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst