Nîqaşên li ser modela nû ya aboriya Tirkiyê

19-12-2021
RÛDAW
Grafîk: Rûdaw
Grafîk: Rûdaw
Nîşan Modela Aboriyê Tirkiye Hikûmet TUSIAD Alî Babacan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê nîqaşên li ser modela nû ya aborî berdewam in. Beşek ji cîhana kar hevawayê opozisyonê ligel desthilatê ne hevnêrîn in û li gor wan divê Tirkiye yasayên zanista aborî wek bingeh werbigire.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPê, dibêje, “Arasteya pêşhateya aborî ne gelekî geş e. Pirsgirêkeke ciddî heye, dirav nayê kontrolkirin, dolar nayê kontrolkirin, hikûmet guhê xwe nade tiştekî, welat nayê birêvebirin û ber bi jihevketinê diçe. Eger hun rêzê li 84 milyon xelkê vî welatî digrin, bila yekser sindoqên dengdanê bînin ber xelkê, piştrast bin dema sindoq hat, yek ser bihayê dirav dadikeve.”

Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirkiyê (TUSIAD) di daxuyaniyekê de dibêje: “Em di karvedanên bazaran de dibînin ku hemû hevsengiyên aborî têk çûne. Heta zû ye divê Tirkiye vegere ser rêbazên zanista aborî. Wê siyaseta aborî ne tenê bo cîhana kar, lê pirsgirêkeke nû ya aborî bo hemû welatiyên Tirkiyê çêkiriye. Di dema dirêj de pirsgirêkên aborî kûrtir dike.”

MHP ku hevpeymanê AKPê ye bi daxuyaniyekê bersiva TUSIADê da û got: “Ew modela nû ya aborî, Tirkiyê bihêztir û rewşê baştir dike. Eger TUSIAD û siyasetmedarên kirêgirtî jî dijî rawestin her serkeftî dibe.”

Devlet Bahçelî, Serokê MHPê, dibêje, “Ew modela nû ya aborî, Tirkiyê bihêztir û rewşê baştir dike. TUSIAD û siyasetmedarên kirêgirtî jî dijî rawestin, serkeftî dibe.”

Serokê Partiya Pêşveçûn û Demokrasiyê ku berê Wezîrê Aborî yê Tirkiyê bû, red dike ku li cîhanê nimûneyeke hevawayê wê hebe.

Ali Babacan, Serokê Partiya Pêşveçûn û Demokrasiyê, dibêje, “Niha tişta li Tirkiye peyrew dikin û wek model ferz dikin, li cîhanê mînaka wê nîne. Wek nebû ligel hemû prensîbên zanista aborî tevdigerin û bi lezeke zêde welat ber bi kendal ve dibin. Wek wêya otobûseke stopa wê nemaye ji bilindahiyekê ber bi xwar ve biajo. Tişta dikin ev e.”

Ew guhertina stratejîk a di modela aborî ya Tirkiyê de bi fermana Erdogan tê cîbicîh kirin, wek modela Çînê tê naskirin, piştê bi giraniya dirav û zêdekirina asta hinardeyê girêdide. Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirkiyê dibêje, wê guhertinê bêbawerî û neramî çêkiriye û herwiha hinardekar jî ku tê çaverêkirin sûdmend bin, ji wê rewşê zerarê dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst