Ciwanê di zinar de asê mabû hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêwregê yaser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê ve, ciwanê ku 2 rojan di zinarekî de asê mabû ji aliyê xelkê navçeyê û tîmên AFADê ve hat rizgarkirin.

Li gor zanyariyan ciwanê bi navê Alp Ertunga Çolak (26) dema li navçeya Sêwregê li kêleka çemê Firatê digeriya, di zinarekî de maye asê. Çolak piştî du rojan li ser wî zinarî dimîne belemeke masîgiran dibîne û ji wan alîkariyê dixwaze.

Masîgiran li ser vê yekê  tîmên cenderme, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û tendirûstî agahdarkirin. Li ser agahdarkirinê tîm gehiştin cihê bûyerê û piştî 3 demjimêran ew ciwanê 26 salî ji aliyê tîmên AFADê û xelkê navçeyê ve hat rizgarkirin.

Li gor zanyariyan tendirûstiya wî ciwanî baş e û ew bi ambulansê bo navenda Sêwregê hatiye birin. Çolak amaje bi wê yekê da ku ew ji Edenê bi piyan hatiye û  dixwaze bi piyan li navçeyê bigere û got: "Mi belema masîgiran dît û min alîkarî ji wan xwest. Destpêkê wan dengê min nekir, lê piştre dema min kir qêrîn bihîstin. Wan got, tu dikarî ji zinar bê xwar, min got ez nikarim. Wan li ser vê yekê tîm agahdarkirin. Tîman piştî xebateke zehmet ez rizgar kirim. Ez spasiya wan dikim.”