ROJHILAT - Girtiyê siyasî yê Kurd hat darvekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî ku bi tometa `peywendiya bi PDKÎyê` hatibû girtin, îro li zindana Sinê hat darvekirin.

Girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî, îro Yekşemê di demjimêrên sibehê de, li zindana li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, hat darvekirin. Bi tometa peywendiya bi Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), cezayê îdamê li ser Heyder Qurbanî hatibû spandin.

Heyder Qurbanî yê temen 47 salî ku xelkê Kamyarana Rojhilatê Kurdistanê ye, sala 2016an bi tometa hevkariya PDKÎyê hatibû girtin.

Mihemed Salih Nikbext ku parêzerê Heyder Qurbanî bû, nûçeya darvekirina Qurbanî piştrast kir û ji Rûdawê re eşkere kir, “Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê, biryar dabû pêdaçûn bi cezayê Heyder Qurbanî de bê kirin.”

Tevî biryara dadgehê hat darvekirin

Salih Nikbext rku herî dawî duh êvarê li gel Heyder Qurbanî axiye, diyar kir, “Min biryara Serokê Dadgeha Desthilata Dadwerî ya Îranê gihand wî, gelek kêfxweş bû.”

Parêzerê Heyder Qurbanî amaje bi wê jî kir, Serokê Desthilata Dadwerî daxwaz kiribû biryara pêdaçûna bi ceza û dosyeya wî de bi Qurbanî û malbata wî bê gihandin, lê tenê 8 demjimêr piştî vê biryarê, Heyder Qurbanî hat darvekirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty), berî niha daxwaz ji berpirsên Îranê kiribûn ku cezayê darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanê bê hilweşandin.