HDP: Li girtîgehan jinan tazî dikin

19-12-2020
RÛDAW
Kesên ku li girtîgehan hatine tazîkirin, tenê jin nînin, zilam jî rûbirûyê heman serederiyê dibin.
Kesên ku li girtîgehan hatine tazîkirin, tenê jin nînin, zilam jî rûbirûyê heman serederiyê dibin.
Nîşan HDP Tirkiye Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê karvedanên derbarê pişkinîna jinan bi tazîkirî di girêgehan û binkeyên  polîs de berdewame. 

Tevî ku berpirsên AKP wê yekê red dikin lê parlementerên HDPê û beşek ji wan kesên ku di girtîgehan de ne wê yekê piştrast dikin. 

Omer Gergerlîoglu, parlementerê HDPê dibêje, “Di odeyan de bi rûtî jinan dipişkinin, raste ew ji aliyê polîsên jin têne pişkinîn û ji wan re dibêjin ku kamêre tuneye, lê piştre dema ku diçin derve dibînin ku kamêreyên çavdêriyê hene, wan bi çavên xwe dibînin

Ew parlementerê HDP bi hashtaga "Li hember pişkinîna bi rûtî bê deng nebe" kampînek daye destpêkirin , hejmare jinên ku rastî heman serederiyê hatine di nav torên civakî de behsa serpêhatiya xwe dikin. 

Betul Alpay, parêzer, dibêje, “Herî dawiyê gotin min ku hemû kincên xwe deynê, ez bawer im ev gotina herî nexweş bû ku min wê rojê guhdar kir. Dema ku ez hatim girtin ez ji ber malbata xwe dilgiran bûn lê dema ku min ew tişt guhdar kir girî kete geriya min, ez neçar bûm daxwaziya wan bicî bikim û xwe tazî bikin.”

Hacer Koç, welatî, diyar dike, “Ez dayka 4 zaroka me, di 20 nîsana 2018ê de ez û hevjînê xwe bi hev re hatin girtin, piştî hefteyekê ku ez di bin çavdêriyê de mam ez bo girtîgeha Bakir Koy hatin veguhestin.pişkinîna bi rûtî heye û ez jî dikarim şahidiyê bidim.  Du zêrevan saet 12 şevê hatin û li ber deriyê girtîgeha Bakir Koyê li camzaneyeke xirab û bi berçavê cendirmeyan ez tazîkirim û pişkinîn kirin.  Cendirmeyan şerm kirin û pişta xwe dane min .”

Kesên ku li girtîgehan hatine tazîkirin, tenê jin nînin, zilam jî rûbirûyê heman serederiyê dibin.

Hisên Edemîr, welatî, dibêje, “Ez Hisên Edemîr , sala 2010 hatin girtin û heta hezîrana 2011 ez di girtîgehê de mam. Di wê heyamê de hem li girtîgeha Edîrne û hem li girtîgeha Tekîrdag ez tazîkirim û pişkinîm.”

Ozlem Zengî, Birîkara serokê Fraksiyona AKPê red dike ku bi rûtî pişkinîn bo girtiyan hatibe kirin. Wê rexneyên tund ji parlementerên HDP girtin û di civîna şeva borî de ew yek careke din bûye rojev. 

Meral Daniş Beştas, parlamentera HDPê, dibêje, “Qaşo Ozlem Zengîn bawer nake û Gergerlîoglû tohmetbar dike , divê ew daxwaza lêborînê ji parlementerê me bixwaze.”

Omer Gergerlîoglu parlementerê HDP ku hevdem parêzer û endamê Komîsyona Mafê Mirov e li parlementoya Tirkiyê, hefteya borî da xuyakirin ku ku parêzgeha Oşak 30 ku xwendevanên zanîngehê bûne bi rûtî pişkinîn bo wan hatiye kirin wê yekê gelek karvedan bi xwe re anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst