HPGê amarên şer û pevçûnan ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - HPGê aşkere kir ku di sala 2020an de 946 serbaz û “kontra”yên Tirkiyê hatine kuştin û li beramber jî 227 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Li gor amarên artêşa Tirkiyê jî tenê di meha Mijdarê de 58 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, amarên şer, pevçûn, topbaran û bomberanên îsal yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê belav kirin.

Li gor daxuyaniya HPGê, di heyama 11 mehên sala 2020an de 946 serbazên artêşa Tirkiyê hatine kuştin û di êrişên Tirkiyê de jî 227 gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ji ber êrişên Tirkiyê yên bo ser Başûrê Kurdistanê, 2 fermandarên Artêşa Iraqê û 24 hemwelatiyên sivîl canê xwe xwe ji dest dane ku di nav wan de 4 zarok û 2 jin jî hene.

HPG dide xuyakirin, ji sala 2017an ve 173 hemwelatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê di encama êrişên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha HPG amaje bi wê jî dike, hêzên wan îsal 393 çalakiyên serbazî encam dane ku piraniya wan çalakiyan li Başûrê Kurdistanê bûne û artêşa Tirkiyê jî 1275 operasyonên esmanî û 120 êrişên zemînî encam dane.

Heta niha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê amarên giştî yên îsal belav nekirine, lêbelê li gor amarên ku destpêka vê mehê hatine belavkirin, artêşa Tirkiyê di meha Mijdarê de 28 operasyon li navxwe û derve encam dane û di encama wan êriş û operasyonan de 58 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.