DÎKTUM-DER: Sûrên Amedê bên nûjenkirin 5 milyon geştyar tên

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Rêveber a Komeleya Kultur, Turîzm û Mûsîkî ya Amedê (DÎKTUM-DER) ragihand ku ‎eger Sûrên Amedê bên nûjenkirin her sal 5 milyon geştyar serdana bajêr dikin û got: “Divê heta zû ye ‎ev Sûr bên nûjenkirin. Eger hun dixwazin bêkariya li bajêr kêm bikin, xwedî li Sûran derkevin. Bila ‎geştyarî geş bibe daku li welat bêkar nemînin. Em li bajarekî ne ku potansiyela wê ya geştyarî li beramber ‎‎500 kargehan e.”‎

Serokê Encûmena Rêveber a DÎKTUM-DER‎ê Kenan Aksu derbarê dizîna kevirên dîrokê yên Sûra ‎Amedê de axifî û da zanîn ku Sûr bêxwedî mane. Aksu bang li aliyên peywendîdar kir ku Sûrên Amedê ‎nûjen bikin û got, ji bo xwedîderketina li xezîneya kulturî ya bajêr divê zêrevan an jî hêzeke polîsên ‎geştyarî were pêkanîn.‎

Kenan Aksu diyar kir ku bi salan e Sûrên Amedê nehatine nûjenkirin û got: “Mixabin kevir dikevin. Ev metirsî ‎ne. Ya girîng xwedî li vê derê derkevin. Ji ewlehiya can an jî bo wêya mirov bi rehetî li van deran bigere ‎pêwîst e tedbîr bên wergirtin.” ‎

Aksu da zanîn Sûrên Amedê piştî Seda Çînê sûrên herî dirêj ên cîhanê ne û got: “Xezîneyeke wiha tê ‎wateya ku salane herî kêm 5 milyon geştyar serdana vê derê bikin. Ji ber li cîhanê tiştekî bişibe van ‎Sûran nîne. Bi dîrêjahiya 5,5 kîlometreyan mûzeyeke vekirî ye. Mixabin bi salan e ti kar nayê kirin. Eger ‎hun dixwazin bêkariya li bajêr kêm bikin, xwedî li Sûran derkevin. Bila geştyarî geş bibe û li welat ‎bêkar ‎nemînin. Ji ber em li bajarekî ne ku potansiyela wê ya geştyarî li beramber 500 kargehan e.”‎