Pentagonê li ser vekişîn an zêdekirina leşkerên Amerîkayê li Iraqê bersiv da Rûdawê

19-12-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Pentagon Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand, ew di erkê şerê DAIŞê de û herwiha li ser perwerdekirina hêzên Iraqî berdewamin.

Berdevkê Pentagunê Şean Robertson di bersiva pirsekê Rûdawê de ya derbarê plana zêdekirina hejmara serbazên Amerîkayê li Iraqê yan vekişîna wan ji Iraqê  ragihand, nêzîkî 5 hezar û 200 serbazên Amerîkî li Iraqê hene, ku ew jî di çarçoveya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de li wî welatî kar dikin û rahênanê bi hêzên Iraqê dikin.

Sean Robertson di bersiva pirsa Rûdawê de ku bi rêya emailê ji peyamnêrê Rûdawê Roj Elî Zale re şandiye, dibêje: “Erkê hêzên me rahênan û alîkariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye, ji bo têkşikandina yekcarî ya DAIŞê.”

Ev bersiva Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê di demekê de ye , ku Wezareta Derve ya Amerîkayê dixwaze hejmara dîplomatên xwe li Iraqê bi awayekî dayîmî kêm bike. Ji ber vê yekê jî Wezareta Derve ya Amerîkayê hûrgiliyên planê ji komîteya peywendiyên derve ya Senatoyê re şandiye.

Plana Wezareta Derve ya Amerîka bi awayekî ye, ku 15 karmend ji balyozxaneya wî welatî ya li Bexdayê û 8 karmend kî li konsulxaneya wî welatî ya li Hewlêrê têne kêmkirin, û kêmkirina karmendan jî beşên berevaniyê û istixbaratî li xwe digire.

Li gor zanyariyan, belgeyên plane roja 6ê vê mehê ji Kongrêsê re hatine şandin û Wezareta Derve ji Senatoyê re gotiye, ku ew dixwazin heya meha Gulana 2020an, bi êjeya %28 karmendên xwe yên li Iraqê kêm bikin.

Kêmkirina hejmara karmendên dîplomatîk ên Amerîkayê li Iraqê di demekê de ye, ku îdareya Donald Trump hewl dide hejmoniya Îranê li Iraqê nehêle û istiqrarê vegerîne Iraqê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst