Silêman Gero ji ber nebûna îqama fermî li nexweşxaneyê nayê pêşwazîkirin

19-12-2019
RÛDAW
Silêman Gero ji sala 2008an ve li Başûrê Kurdistanê penaber e, lê Netewên Yekgirtî (NY) xwedî li wî dernakeve.
Silêman Gero ji sala 2008an ve li Başûrê Kurdistanê penaber e, lê Netewên Yekgirtî (NY) xwedî li wî dernakeve.
Nîşan Silêman Gero Rojava Başurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Silêman Gero, medyakar û çalakvanekî siyasî yê Kurdê Rojavayê Kurdistanê ye, yek ji damezrênerên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriye ye, ev nêzîkî 2 sal in ku li hemberî pençeşêrê li ber xwe dide, jiyana wî niha di xeterê de ye.

Ne nexweşxane û ne jî tu dezgeheke hikûmî, yan jî ne hikûmî alîkariya wî nekirine. Heta niha tenê hinek xêrxwazan alîkarî di nava xwe de kom kirine û heqê derman û mayîna li nexweşxaneyê dane, nêzîkî 20 hezar dolar lê hatiye mesrefkirin û êdî nema alîkarî tê. Rewşa wî ya aborî jî xerab e.

Silêman Gero ji sala 2008an ve li Başûrê Kurdistanê penaber e, lê Netewên Yekgirtî (NY) xwedî li wî dernakeve.

Silêman Gero ku niha rewşa wî gelekî xerab e û pêwîstiya wî bi alîkariyê heye dibêje, ew ji wê nexweşiyê xilas bûbû lê berî 15 rojan wê nexweşiyê careke din serî hildaye û divê bê emeliyatkirin, lê diyar dike ku êdî derfeta wî nemaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst