Daxwaz tê kirin nûjenkirina Sûrê li gorî reseniya dîrok û nasnameya wê be

19-12-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Di şerê xendeqan de beşeke mezin ji Sûra Amedê wêran bibû.
Di şerê xendeqan de beşeke mezin ji Sûra Amedê wêran bibû.
Nîşan Amed Sûr Nûjenkirin Bakurê Kurdistanê Tirkiye Dîrok Resen Kurd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Sûra Amedê ev 2 sal in ku piştî hilweşandina bi hezaran xaniyan, xaniyên nû têne lêkirin. Hem sazî û dezgehên mîmariyê, hem saziyên sivîl û hem jî xelk dibêjin, ev xanî ji reseniya dîroka Sûrê dûr in û ti eleqeya van xaniyan bi mîmariya kevin a Sûrê re nîn e. Ew bang li dewletê dikin ku nûjenkirina navçeya Sûrê li gorî reseniya dîrok, çand û nasnameya Sûrê bê çêkirin.

 

Li navçeya Sûrê ya Amedê ev 2 sal in ku xebata nûjenkirinê hatiye destpêkirin. Heta niha nêzî 3 hezar xanî li Sûrê hatine hilweşandin û di şûna van xaniyên hilweşiyayî de xaniyên nû tên lêkirin.

 

Li gorî Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefxan Aydin, tu pêwendiya xaniyên nû bi reseniya xaniyên dîrokî yên Sûrê re nîn e.

 

Serokê Odeya Mîmaran a Amedê, Şerefxan Aydin di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Hem di hêla teknîkî û hem jî di hêla zanistî de dema mirov lê dinêre, mirov nasnameya avahiyên Sûrê tê de nabîne. Çawa tê de nabîne? Di gelek beşên avahiyên ku nû hatine çêkirin de mirov wan xet û nexşên resen nabîne”.

 

Serokê Komeleya Geştiyariyê ya Amedê, Kenan Aksu yek ji wan kesan e ku derbarê nûjenkirina xaniyên nû yên Sûrê de li rayedaran doz vekiriye. Ew dibêje ev xanî li derveyî çanda Sûrê tên lêkirin û tu ferqa van xaniyan bi yên Enqere û bajarekî din ên Tirkiyeyê re nîn e.

 

Kenan Aksu ji Rûdawê re dibêje: “Bi temamî fabrîkasyon e. Me ji gel pirsî, ev dişibin çi? Hinekan got dişibe Girtîgeha Tîpa F, hinekan got dişibe firoşgehên giştî. Hemû bi hev re ne, yek sîstem in. Hewşa wan gelek basît û biçûk in. Mirov nikare bêje hewş e jî. Hewzên xapînok û pir ecêb çêkirine. Pêlekanên wê ji beton û mozaîkê çêkirine”.

 

Eladîn Kiliç jî li Sûra Amedê, di xaniyekî dîrokî de xwaringehekê vedike. Ji ber ku dîwarên xwaringeha xwe li gorî reseniya wê çêdike tam 6 meh in hêj xwaringeha wî neqediyaye. Ew dixwaze xaniyên Sûrê jî bi vê hesasiyeta ku ew nîşan dide bên lêkirin.

 

Eladîn Kiliç dibêje: “Hemû bi temamî xaniyên xapînok in û ne resen in. Vaye şeş meh in ez li vir xebateke resen a van xaniyan dimeşînim. Heta biqede dê 6 mehên din jî derbas bibe. Xaniyên ku çêkirine ne resen in”.

 

Li navçeya Sûrê ya Amedê 612 xaniyên kevin ên ku hatine tomarkirin hene û piraniya van xaniyan hatine hilweşandin. Di şûna van xaniyan de xaniyên nû yên bi beton tên lêkirin. Digel hemû rexneyan jî xaniyên nû berevajî reseniya xwe tên nûjenkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst