Salane 20 hezar ton tûtin li Merîwanê tê berhemanîn

19-12-2018
RÛDAW
Berhemanîna tûtinê şêweya xwe ya taybet heye
Berhemanîna tûtinê şêweya xwe ya taybet heye
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Merîwan
A+ A-

Merîwan (Rûdaw) - Bajarê Merîwanê yek e ji wan navçeyên ku bi berhema tûtinê navdar e, çimkî seqayeke wê ya baş ji bo berhemanîna tûtinê heye. Salane 20 hezar ton tûtin li Merîwanê tê berhemanîn. Li seranserê navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê belavkirin. Di vê fîçerê de em ê qonaxên berhemanîna tûtinê ji çandina wê heta dawî bibînin.


Axeke kêrhatî, av û seqayeke baş di Deşta Merîwanê de, wiha kiriye ku çandiniyeke baş bê berhemanîn. Yek ji wan berhemên navdar yên Deşta Merîwanê tûtin e.


Tûtin ji kevn de li navçeya Merîwanê tê çandin. Ev bajar mezintirîn berhemhênerê tûtinê ye li ser asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Cotkarên Merîwanê salane nêzîka 20 hezar ton tûtin berhem tînin.


Berhemanîna tûtinê şêweya xwe ya taybet heye û cotkar ji bav û bapîrên xwe fêrî vê cureya çandiniyê bûne.


Berê du cureyên tûtinê dihatin berhemanîn, ku jê re dihat gotin “tûtina zer” û “tûtina reş”. Lê vêga ji bilî van herdu cureyan çend cureyên din jî tên berhemanîn.


Piştî çandin û mezinbûnê, pelên tûtinê bi şilî û keskî tên jêkirin û bi tayekî ve tên hilawîstin ku jêre tê gotin şirîtkirin. Ji bo dema 40 rojan, li cihekî taybet ku jê re tê gotin zindana tûtinê, yan zaxe, tê parastin. Heta rengê wê yê kesk zer yan qehwerengî dibe, piştre ji bo kargehên cigareyan tê veguhastin.


Çend sal in ku Dana Çareteleb bi berdewamî mijûlî çandina tûtinê ye. Ew bi temamî di warê çandin û ziwakirina tûtinê de şareza ye û dibêje karekî pir zehmet û dijwar e, lê ji ber beşdariya hemû malbatê bi hev re kar xweş dibe.


Bi gotina cotkaran qonaxên berhemanîna tûtinê, ji çandiniya wê heta destebendî û şirîtkirinê, zêdetir û zehmettir bûne.


Kerîmê Perwaze cotkarê tûtinê ye, weke behs dike, niha hejmareke zêde ya xelkê bi çandina tûtinê mijûl in, lê bi bihayekî kêm ji hêla kargehan tê wergirtin. Weke ew dibêje ti bajarekî din wek Merîwanê bi berfirehî tûtinê naçîne.


Xalo Rehman cotkarekî bitemen û bi ezmûn ê gundê Nêye. Ew tûtina berê ji ya vêga baştir û bitamtir dibîne. Ew heta niha ligel hevjîna xwe tûtinê dikişînin û wî ji bilî kargehan tûtin firotiye nişteciyên deverê û Başûrê Kurdistanê jî.


Tûtin berhemeke kesk a pel pehin e, bi piranî di demsalên payîzan de li navçeyên sar û beravî tê çandin. Berhema tûtinê pela wê ye, ku tê ziwakirin û ji bo çêkirina cigareyan tê bikaranîn.


* Ji Soranî: Besam Mistefa              

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst