Li Colemêrgê 31 dever wek herêmên ewlehî yên taybet hatin ragihand

Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê  berî operasyon dest pê bikin 31 dever wekî herêmên ewlehî yên taybet hatin ragihand. Ew herêm dê bo heyama 14 rojan ji sivîlan re bên qedexekirin.

 

Li 31 gund û gomên parêzgeha Colemêrgê qedexeya çûn û hatinê sibe Pêncşemê (20.12.2018) dest pê dike û dê heta 3ê Çileya 2019ê berdewam be.


Parêzgariya Colemêrgê ragihand, ji bo parastina mal û canê welatiyên sivîl, hinek deverên bo heyama 14 rojan wek herêmê ewlehiyê yên taybet hatine destnîşankirin û ji sivîlan re bên qedexekirin. 

Li gor daxuyaniya parêzgeha Colemêrgê ji ber operasyonên leşkerî yên ku li herêmê dest pê bikin ew qedexe hate ragihandin û nabe bi ti awayekî xelkê wan deveran hatin û çûnê li herêmên ewlehî yên taybet hatin ragihand bikin.