Elî Bapîr: Divê ezmûna Sûriye, Yemen û Lîbya li ber çavê me be

Silêmanî (Rûdaw) – Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr ragihand, Komela Îslamî bi xwepêşandana aştiyane re ye, lê belê li dijî tundûtîjî, têkdan û şewitandina baregehên hikûmetê, partiyan û yên giştî ye. Elî Bapîr got, “divê ezmûna rewşa Sûriye, Yemen û Sûriyê li ber çavê me be.”

 

Di konfranseke rojnamevaniyê de li bajarê Silêmaniyê, Elî Bapîr helwest û nêrîna partiya xwe derbarê xwepêşandan û aloziyên wan du rojên dawiyê yên li sînorê her du parêzgehên Helebce û Silêmaniyê aşkere kir.

 

Elî Bapîr ragihand, Komela Îslamiya Kurdistanê bi xwepêşandanê û daxwazên rewa yên xelkê re ye, lê belê bi şêweyekê aştiyane û şaristanî. Bapîr got: Daxwazkirina heq divê bi şêwazeke heq be.

 

Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê daxwaz ji xwepêşanderan kir, ku ji tundrewî û tundûtîjiyan dûr bikevin û “hişyar bin ku ew mafê wan ê rewa bi rêyeke şaş de neyê birin, çimku hilbijartina rêya tundûtîjiyê tenê dê zirar hebe bo hemû aliyan.”

 

Elî Bapîr tekez kir, “divê xwepêşanderên Herêma Kurdistanê waneyê (dersê) ji xwepêşandanên Tevgera Sedir werbigirin, ku hemû rojê Îniyan bi milyonan xwepêşanderên wan diçin ser cadeyan, lê belê zirar nagihîje darekê jî.”

 

Bapîr diyar kir, êrişkirina ser binke û baregehên saziyên giştî û yên taybetî tenê armanca wê wêrankarî û têkdana jêrxana aboriya welat e û daxwaza xwepêşanderan ber bi rêyeke şaş ve dibe.

 

Serokê Komelê herwiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di demeke herî nêzîk de bersiva “daxwazên rewa” yên xelkê xwepêşander bide û got: “Eger pêşniyara hikûmeta rizgariya niştimanî bihatiba qebûlkirin, em nedigihîştin vî rojî.”

 

Elî Bapîr herwiha bang li xwepêşanderan kir, ku ezmûnên tundûtîj ên li Sûriye, Yemen û Lîbya li ber çav bigirin û ji tundiyê dûr bikevin.

 

Nivîsîn: Sîna Soma