Li Koyeyê 17 baregeh hatin şewitandin

19-12-2017
RÛDAW
Li navçeya Koyeyê 17 baregehên hikûmet û partiyan hatin şewitandin
Li navçeya Koyeyê 17 baregehên hikûmet û partiyan hatin şewitandin
Nîşan Koye Baregeh Şewitandin Xwepêşandan
A+ A-

Koye (Rûdaw) – Li navçeya Koyeyê 17 baregehên hikûmet û partiyan hatin şewitandin. Qayimeqamê Koyeyê diyar kir: “Ji bo ku em rewşê kontrol bikin, hemû hewldanên xwe dikin. Divê kesên ku hewl didin aloziyê derxin, bi rêya yasayan ve werin cezakirin.”

 

Di xwepêşanda navçeya Koyeyê de, aloziyeke mezin qewimî, hin xwepêşanderan nerazîbûn û hêrsa xwe bi şewitandina zêdetirî 17 baregehên hikûmet û partiyan nîşan dan.

 

Xwepêşanderan bi şewitandina avahiya qayimeqamiya navçeyê dest pê kirin û piştre jî baregehên partiyan ên li Koyeyê şewitandin.

 

Ji ber keviravêtin û teqekirinê, li xwepêşandana Koye 17 kes birîndar bûn.

 

Ji ber ku hêzên asayişê rê neda, xwepêşanderan nekarîn Melbenda YNKê ya li Koyeyê bişewitînin, lê avahiyên qayimeqamiyê û baregehên Goran, Yekgirtû û PDKê hatin şewitandin.

 

Herwiha li bajarokê Teqteqê jî, avahiyên dadgeh, tapo, şaredarî, binkeya polîsan, fermangeha elektrîkê, poste û gihandin, navenda xortan, baregehên PDK, YNKê û Goranê hatin şewitandin.

 

Qayimeqamê Koye Serkewt Resûl ragihand: “Hewldanên me hemû li ser wê yekê ye ku xwepêşandan werin kontrolkirin û ji bo rewşê çareseriyek were dîtin, em dixwazin xwepêşander û kesên ku aloziyê derdixin ji hev werin cudakirin, kesên ku aloziyê derdixin bi rêya yasayan werin cezakirin.”

 

Gelek hêzên polîs û asayişê, ji bo aramkirina rewşa li Koyeyê, li navçeyê ne. Her çi qas ku xwepêşander hatin belavkirin, lê hêrsa hinekan hêj daneketiye. Rayedarên li Koyeyê dibêjin, dibe ku xwepêşandana xelkê rojên dahatû jî berdewam bibe.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst