Talebanî: Sedam Hisên jî li dijî me hêza leşkerî bi kar anîbû

19-12-2017
RÛDAW
Rêbwar Talebanî
Rêbwar Talebanî
Nîşan Rêbwar Talebanî Sedam Hisên Hêza leşkerî Bexda Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ragihand, ku divê hikûmeta navendî bijardeya hêz bi kar neyne û got: “Ji ber ku Sedam Hisên jî li dijî gelê xwe hêz bi kar anî, kete wê rewşê.”

 

Rêbwar Talebanî li ser bûyerên 16ê Cotmehê konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê bang li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

 

Talebanî tekezî li ser wê yekê kir, ku divê li Kerkûkê asayiş radestî hêzên xwecihî were kirin û herwiha bûyerên ku li Kerkûk û Xurmatoyê qewimînin û êrişa li dijî avahiya Bereya Tirkmenî ya Iraqê şermezar kir.

 

Rêbwar Talebanî aşkere kir, ku pêwîst e Encumena Parêzgeha Kerkûkê di nav hefteyekê de bicive û got: “Ji bo dabînkirina pêkvejiyana li wî bajarî, divê endamên Encumena Parêzgehê yên li derveyî Kerkûkê vegerin û civîna yekem pêk bînin.”

 

Talebanî amaje bi wê yekê kir, ku berpirsê yekem ê bûyerên li Kerkûkê Heyder Ebadî ye û got: “Baregehên partiyên siyasî yên Kurdan, ji aliyên hin milîsan ve hatine dagirkirin. Divê li Kerkûkê asayiş radestî hêzên xwecihî were kirin. Divê Birêz Ebadî hêzên çekdarî yên li wî bajarî sînordar bike. Divê hêzên çekdarî ji wan deveran vekişin, bi taybetî jî ji Kerkûk û Xurmatoyê.”

 

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê aşkere kir, ku hêzên ewlehiyê yên li Kerkûkê di Roja Ala Kurdistanê de li hin xwendekaran dane û hin ji wan jî desteser kirine.

 

Li ser pirsa "Gelo bandora referanduma 25ê Îlonê li ser bûyerên 16ê Cotmehê heye?" Rêbwar Talebanî wiha bersiv da:

 

“Referandum mafê rewa û destûrî yê gel e. Beriya biryara referandumê, li gel hemû partiyên siyasî ev mijar hate gotûbêjkirin. Tevî vê yekê, partiyên ku nerazî bûn, dikaribûn serî li Dadgeha Federal bidin. Lê divê bijardeya hêza leşkerî ti car nehata bikaranîn. Ji ber ku Sedam Hisên jî li dijî gelê xwe hêza leşkerî bi kar anî, kete wê rewşê.”

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst