Îran: Êdî partiyên Rojhilatî Îranê tehdîd nakin!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarekî pilebilind ê Îranê dibêje, êdî partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser Îranê tehdîd nînin!. PDKÎ jî dibêje, madem wisa dibêjin bila hêzên xwe ji Kurdistanê derxînin û bibin cihekî ku tehdîd heye.

Serokê Lêjneya Asayişa Niştimanî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê, Mihemed Riza Muhsinî diyar kiriye ku êdî xeterek mezin li ser Îranê tine çimkî rewş di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye.

Li gorî medyaya Îranê, wî rayedarê îranî dev avêtiye partiyên Rojhilatî jî û îdia kiriye, PJAK û hêzên din ên radîkal li ser sînor hinek çalakiyên nivîşkan dikin lê ew jî ne tiştekî nû ye ji ber wê jî nabin tehdîd li ser welêt.

Wî parlamenterê Îranê her wiha eşkere kiriye ku komek îranî tevlî DAIŞê bûne. Ev cara yekemîn e rayedarekî îranî li vê yekê mukir tê.

Li gorî Serokê Lêjneya Asayişa Niştimanî ya Parlamentoya Îranê, ew kesên çûne nav DAIŞê ji bo pere û tiştên maddî çûne!

Endamekî Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li ser gotinên wî rayedarê Îranê ji Rûdawê re got, eger Îran me li ser xwe tehdîd nabîne çima bi hezaran leşker li Kurdistanê bicîh kiriye.

Wî rayedarê PDKÎ her wiha got, eger rast dibêjin bila dest ji kurdan berdin û hêzên xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bibin wan deverên ku tehdîd li ser heye.