Kompaniya Dana Gaz doza deynê xwe dibe dadgehên Tirkiyê

19-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Dana Gaz dibêje ku ew dixwaze nakokiyên bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bibe dadgehên Tirkiyê ji ber ku pereyên hikûmeta Kurdistanê li Tirkiyê hene ji bo qerebûkirinê.


Ajansa Reutersê di raportekê de eşkere kir, Berî niha Dana Gaz û hevparên wê gilînameyek li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Londonê ji bo nirxandina pişka diravên ku li gor wê kompaniyê, hikûmeta herêmê deyndarê wan e, tomar kiriye.


Li gorî çavkaniyên nêzîk ji Dana Gazê, dayîna heqdestê vê kompaniyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve çend caran hatiye paşxistin û ji nişkî ve hatiye rawestandin.


Hikûmeta Herêma Kurdistanê tohmetên Dana Gazê red dike û dide xuyakirin ku bi pereyên wisa ne deyndara kompaniya Dana Gaz e.


Berpirsê pêwendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku Dana Gaz, deyndara hikûmetê ye.


Li gorî rêkeftina navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, dahata firotina petrola Herêma Kurdistanê di bankeke Tirkiyê (Halk Bank) de tê ragirtin û li gor qasê bûdceya Herêma Kurdistanê li hikûmeta Bexdayê, ev pere ji Bexda û Hewlêrê bê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst