YNK: Ji bo serjimêriyê vegerin Kerkûkê

19-11-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Gundê Ebdokê Grê Spî Kerkûk Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Serjimêrî PDK Rewend Mela Mehmûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Şaxa YNKyê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd diyar kir ku divê hemû endamên malbatê ji bo serjimêriyê vegerin Kerkûkê û heta ew venegerin navên wan nayên qeydkirin.

Berpirsê Şaxa Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rewend Mela Mehmûd li ser pêvajoya serjimêriyê ji Rûdawê re axivî û got:

“Zanyariyên xelet hatine belavkirin. Em tekez dikin ku heta hemû malbat venegere Kerkûkê bijmêrên serjimêriyê wan tomar nakin.

Rojên 20 û 21ê mehê divê hemû endamên malbatê vegerin Kerkûkê.”

"Ya baş ew e ku hemû endamên malbatê vegerin"

Serokê Beşa Teknîkî û Medyayî ya Serjimêriyê ya Herêma Kurdistanê Guhdar Mihemed Elî jî ji Rûdawê re got:

“Li Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kursitanê ya baş ew e ku hemû endamên malbatê vegerin wan herêman.

Ji bo serjimêriya qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin û divê hemû endamên malbatê li malên xwe bin.

Bi taybetî li Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê divê hemû kes li malên xwe bin.

Ya baş ew e ku endamên malbatê hemû li malên xwe bin.

Heger ew li malê nebin dikarin nasnameyên xwe bidin kesên nêzîkî malbata xwe û bijmêrên serjimêroyê wan tomar bikin.”

Nêzîkî 500 hezar Kurdên ji Herêmên Kurdistanî yên li Dervayî Îdareya Herêma Kurdistanê, li deverên in ên Herêma Kurdistanê dijîn.

Beşeke ji wan ji bo serjimêriyê vegeriyane. Heger ew kesên din ên ku bixwazin vegerin divê îşev heta saet 12:00an vegerin.

Piştî saet 12:00an ji ber qedexeya çûn û hatinê destûr nayê dayîn ku vegerin.

Rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya (PDK) Kerkûkê û ya YNKyê diyar kir ku wan amadehî kiriye da ku cih ji bo xelkê veqetînin.

Rojên 20 û 21ê vê mehê dê li Îraq û Herêma Kurdistanê serjimêrî were kirin û di her du rojan de qedexeya çûn û hatinê heye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst