HSD: Çeteyan hewl da bikevin Kantona Firatê

19-11-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Gundê Ebdokê Grê Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên bi ser Tirkiyeyê ve hewl daye bikevin kantona Firatê ya Rojavayê Kurdistanê.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê diyar kir ku hêzên wan hewla ketina çekdarên Tirkiyeyê li gundê Ebdokê yê rojavayê bajarê Girê Spî yê Kantona Firatê têk biriye.

Li gorî daxuyaniyê di navbera HSD û çekdaran de şer û pevçûnên dijwar derketine û gelek çekdar hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.

HSDyê diyar kir ku piştî hewldana ketinê hat têkbirin, çekdaran bi çekên giran gund topbaran kir.

Her wiha hat gotin ku çekdar hewl didin kuştî û birîndarên xwe ji derdora gundê Ebdokê derxin.

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an ji aliyê Tirkiye û kom û komikên wê ve hatin dagirkirin.

Tirkiye û komikên wê yên çekdar Kurdan neçar dikin ku ji axa bav û kalên xwe derkevin û Ereb û Tirkmenan tînin cihê wan û bi vê yekê hewl didin demografiya wan bajaran biguherînin.

Dagirkirina Girê Spî

- Ji ber êriş û dagirkirina bajarê Girê Spî 100 hezar kes koçber bûn.

- Ji 100 gundên Kurdan, 60 gund di bi bin dagirkeriyê de ne. 

- Li şûna Kurdan hezar û 845 malbatên çekdaran û Erebên hawirde hatine bicihkirin.

- Li wî bajarî 75 kes hatine kuştin û 17 kes birîndar bûne û astengdar mane.

- 89 kes hatine revandin.

- Kom û komikan dest daniye ser 5 hezar û 171 mal, hezar û 180 dikan û 12 kargehan.

Ji wê roja ku Girê Spî û Serê Kaniyê ketin bin dagirkirina artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û heta niha, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawiz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkencekirinên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navneteweyî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst