Li 66 bajaran 459 kes hatin desteserkirin

19-11-2024
RÛDAW
Nîşan Cemaeta Gulen Operasyon Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 66 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulenê 459 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku bi serpereştiya serdozgeriyên komarê, Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê û îstixbaratê li 66 bajaran li dijî Cemaeta Gulenê operasyona “Kiskaç 30”ê hatiye kirin.

Di operasyonê de li bajarên Edene, Afyonkarahîsar, Aksaray, Amasya, Enqere, Antalya, Balikesîr, Bayburt, Bîlecîk, Burdur, Bursa, Çanakkale, Çorum, Çankiri, Denîzlî, Duzce, Edîrne, Eskîşehîr, Gumuşhane, Hatay, Isparta, Stenbol, Îzmîr, Qeyserî, Kirikkale, Kirşehîr, Kocaelî, Konya, Kutahya, Manîsa, Mêrsîn, Nevşehîr, Nîgde, Ordu, Osmaniye, Rîze, Samsun, Sînop, Tekîrdag, Trabzon, Uşak, Yalova, Yozgat û Zonguldakê yên Tirkiyeyê û bajarên Semsûr, Agirî, Bedlîs, Çewlîg, Amed, Xarpêt, Erzirom, Erzingan, Dîlok, Îdir, Qers, Mereş, Kilîs, Meletî, Mêrdîn, Sêrt, Sêwaz, Riha, Şirnex, Dêrsim, Wan û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê de bi tohmeta “endamtiya Cemaeta Gulenê” 459 kes hatin desteserkirin.

Derbarê 459 kesên desteserkirî bi tohmeta ku di nav baskên cemaetê de yên jinûveavakirin, beşa darayî, beşa xwendekaran û beşa saziyên fermî de cih girtiye û propagandayê û "çalakiyên din" lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir