Li Xarpêtê pevçûna bi kêrê: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke navbera du koman de 2 kes birîndar bûn.

Li taxa Rustempaşayê ya Xarpêtê di navbera 2 koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Nîqaş mezin bû û guherî pevçûnê.

Di pevçûnê de 2 kes bi kêrê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.