Trên li otomobîlê, otomobîl li peyayan qelibî: 10 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Meledita Kevin a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di du qezayên cuda de 10 kes birîndar bûn.
Li navçeya Meletiya Kevin a Meletiyê otomobîla ku C.K. diajot li peyayên ku li kêleka rê dimeşiyan qelibî.
Di encama qezayê de jê giran 8 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîdar birin nexweşxaneyên bajêr.
Trên li otomobîlê qelibî
Li aliyê din, dîsa li navçeya Meletiya Kevin a Meletiyê trêna bar li otomobîla ku S.U. diajot qelibî.
Di encamê de şofêr S.U. û O.F.K. yê di otomobîlê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Melediya Kevin.