Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di otomobîla leşkerekî Tirkiyeyê yê bi pileya çawişê pispor de dest bi ser 63 kîlogram û nîv madeyê hişbir de hat girtin.
Çawişê pispor ê artêşa Tirkiyeyê yê bi navê E.O ku li Şaxa Îstixbaratê ya Colemêrgê dixebite roja duşemê bi otomobîla xwe ji Colemêrgê bi rê ket.
Li gorî zanyariyan roja sêşemê li xaleke pişkinînê ya li navçeya Peyasê ya Amedê otomobîla wî ji aliyê polîsan ve hatiye rawestandin.
Di xebatên lêgerînê yên di nava otomobîla wî de dest bi ser 63 kîlogram û nîv madeyê hişbir a cureyê metanfetamînê de hat girtin.
Hat ragihandin ku çawişê pispor E.O. bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatiye girtin û tîman ew biriye Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse