Li Qersê 28 koçber hatin desteserkirin

19-11-2024
RÛDAW
Nîşan Qers Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, 28 koçberên ku dixwestin biçin bajarên rojavayê Tirkiyeyê hatin desteserkirin.

Li Qersê xebatên rêkibergirtina koçberan li tevahiya parêzgehê berdewam in.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan îro li dijî koçberan operasyonek kir û li nêzîk gundê Wezinê yê Qersê 28 koçber desteser kirin.

Li 28 koçberan bi hinceta ku bi qaçaxî sînor derbas kirine 639 hezar û 352 lîre ceza hat birîn.

Piştî karên yasayî koçber radestî Rêvebiriya Îdareya Koçê ya Qersê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst