Mesrûr Barzanî li Zaxoyê kevirê bingehê yê 2 projeyan danî

19-11-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Proje
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kevirê bingehê yê 2 projeyan danî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî merasîma danîna kevirê bingehê yê Herêma Pîşesaziyê û kargeha jihevderxistina gilêşan bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got:

“Ev her du proje jî projeyên stratejîk in û dê sûdeke mezin bidin deverê.”

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de got:

“Tevî hemû krîz û astengiyên ku ji bo vê kabîneyê derketine, spas ji Xwedê re û xweragiriya we û piştevaniya sektora taybet û giştî, ev kabîne têk neçû, roj bi roj ber bi serkeftinê ve gav avêtin.”

Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman:

“Di van demên dawî de di warê çandinî û pîşesaziyê de gelek pêşketin çêbûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst