Li Amedê 12 kes bi tohmeta diziyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 12 kes bi tohmeta diziyê hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Polîsên Amedê di çarçoveya projeya “rûbirûbûna hevbeş a li dijî tawanan” de kamerayên çavdêriyê kontrol kirin û 12 kes destnîşan kirin ku dizî ji mal û dikanan kirine.

Tîmên Rêveberiya Polîsên Amedê di operasyonekê de ew 12 kes desteser kirin.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, di lêpirsînê de derketiye ku yek ji wan tohmetbaran cezayê 27 salan li ser hebûye.

Polîsan 12 kesên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê.