Li Semsûrê kargehek elektrîk û ava xwe bi xwe berhem tîne

19-11-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Semsûr Enerjiya Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kargeheke çêkirina cil û bergan a li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi xwe elektrîk û ava xwe berhem tîne.

Ew bi panelên enerjiya rojê yên ku li ser banê kargehê hatine danîn eletrîka ku têra kargehê bike berhem tînin.

Herwiha bi parzûngeha ku danîne ava baranê û derdorê dikin ava paqij û bi kar tînin.

Karsaz Ekrem Cirik anî ziman:

“Hemû kompanyayên ku ji bo vê kargeha me kar dikin, di aliyê bikaranîna enerjiyê û parastina jîngehê de hestyar in.

Berhemên me bi giştî hinardeyî welatên Ewropayê bi taybetî Îtalyayê tên kirin.”

Li vê kargeha ku hemû berhemên wê tê hinardekirin 840 karker dixebitin.

Karsaz Ekrem Cirik herwiha got:

“Kompanyaya me enerjiya ku bi kar tîne bi xwe berhem tîne. Ava ku ji ser ban û derdorê kom dike derbasî embareke 800 tonî dike.

Li wir av tê parzûnkirin û piştre tê bikaranîn.”

Xwediyê vê kargehê dibêje wan ev kargeh wekî dostê jîngehê damezrandiye û ew hewl didin zererê negihînin jîngehê.

Herwiha ew di mijara enerjiyê de jî pişta xwe bi xwe girê didin û bi wî awayî mesrefa wan jî kêmtir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst