Zarokekî Şirnexî ev 3 roj in winda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê ji bo zarokê ku 3 roj berê winda bûbû di Çemê Dîcleyê de xebatên lêgerînê didomin.

Mehmet Mehdî Demîralpê 16 salî, beriya niha bi 3 rojan li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê winda bûbû.

Heta niha jî xeber jê nîne û ji ber egera xeniqînê di Çemê Dîcleyê de xebatên lêgerînê didomin.

Piştî ku telefona wî li qeraxa Çemê Dîcleyê hat dîtin, tîmên AFADê, polîs û noqavan doh dest bi xebatên lêgerînê kir.

Piştî ku reş ket erdê ekîban navber da û xebatên lêgerînê vê sibehê dîsa dest pê kir.

Li aliyê din, noqavên ku navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê jî hatine beşdarî xebatan dibin.