Bavê du zarokên wendabûyî: 10 sal in ez tiştekî li ser kurên xwe nizanim

19-11-2023
RÛDAW
Yehya Genco Şebabo ev 10 sal in li zarokên xwe digere
Yehya Genco Şebabo ev 10 sal in li zarokên xwe digere
Nîşan Yehya Genco Şebab Genco Efrîn Wenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gênco û birayî wî Mihemed ên ji gundê Basilê yê Efrînê ne û ew 10 sal in bêserûşûn in.

Gênco sala 2013an li Herêma Kurdistanê kar dikir, dema ku keçeke wî ji dayik dibe biryarê dide ku vegere Efrînê da ku keça xwe bibîne.

Gênco vedigere cem malbata xwe ya li Efrînê.

Lê ji ber dorpêça herêmê ji aliyê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê û çekdarên DAIŞê ve, ew careke din biryarê dide ku vegere Herêma Kurdistanê.

Gênco xwest bi hevjîn, keç, xwîşk û birayê xwe re vegere Herêma Kurdistanê

Gênco 28ê Tebaxa 2013an bi hevjîn, keç, xwîşk û birayê xwe yê biçûk Mihemed re, li otobûsê siwar dibe û berê xwe dide Herêma Kurdistanê.

Wê demê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê de li rojhilatê Ezazê şer derdikeve.

Çekdaran 25 otobûs rehîn girtin

Çekdarên DAIŞê 25 otobûsên sivîl ên ku Kurd ji Efrînê dibirin Herêma Kurdistanê dîl girtin.

Çekdaran piştre jin û zarok berdan û mêr û hin zarok wekî dîl li cem xwe hîştin.

Ji wan dîlan 25 xort hîn jî venegeriyane.

Gênco û biraya xwe hatin revandin

Gênco û birayê wî Mihemed jî 2 ji wan dîlan in, heta niha wenda ne.

Bavê wan her 2 xortan Yehya Gênco Şebabo, Hezîrana 2018an di vîdeoyekê de ku ji aliyê grûpeke mixalefeta girêdayî Tirkiyeyê ve hatibû belavkirin, her du kurên xwe dibîne.

Wî gelekî hewl da ku xwe bighîne cihê kurên xwe û çarenivîsa wan bizane lê mixabin ew negihîşte ti kesekî.

Ew bavê ku ev 10 sal in li her du kurê xwe digere ji Til Rifetê beşdarî bultena Rûdawê bû.

Bavê wan bi Rûdawê alîkarî xwest

Yehya Gênco Şebabo xwest bi rêya Rûdawê dengê xwe bigihîne her kesî ku belkî zanibin kurên wî li kû derê ne û çarenivîsa wan çi ye.

Yehya Gênco Şebabo got:

“Ev 10 sal in ez tiştekî li ser kurên xwe nizanim. Ew 28ê Tebaxa 2013an hatin girtin. Hezîran 2018an min vidoeyek li ser Facebookê dît ku ji aliyê Cebhet El Nûsrayê ve hatibû belavkirin.

Min kurê xwe yên mezin Gênco di wê videoya de dît. Me gelekî pirsî lê me tiştek bi dest nexist.”

Yehya Gênco Şebabo da zanîn ku ew ji bo dîtina kurê xwe çûye Ezazê, ji wê derê çûye Babê ji wê derê jî berê xwe daye Raiyê.

8 mehan li Ezaz û Babê ma

Yehya Gênco Şebabo got ku ew 8 mehan li wê derê li pey zarokên xwe ketiye lê ew peyda nekirine.

Derbarê çarenivîsa zarokên xwe de Yehya Gênco Şebabo got ku ew di wê baweriyê de ye ku zarokên wî hîn jî di destê Artêşa Azad a Sûriyeyê de be.

Gênco û biraya xwe dibe ku li Tirkiyeyê girtî bin

Yehya Gênco Şebabo herwiha anî ziman ku ew nizane ka zarokên wî li Tirkiyeyê yan jî li herêmên di bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê de tên girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst