Li Mûşê komkirina silqan dest pê kir

19-11-2023
RÛDAW
Li Mûşê îsal li ser 90 hezar donim erd silq hatine çandin / Wêne: AA
Li Mûşê îsal li ser 90 hezar donim erd silq hatine çandin / Wêne: AA
Nîşan Mûş Bedlîs Silq Pncarê Şekir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê komkirina silqan ango pincarê şekir dest pê kir.

Li Mûşê îsal 2 hezar cotkaran li 62 gundan li ser 90 hezar donim erd silq çandin.

Li Mûşê komkirina silqan dest pê kiriye û cotkar piştî komkirinê, pincarê xwe vediguhêzin Kargeha Berhemanîna Şekir a Mûşê.

60 hezar ton şekir tê çaverêkirin

Tê çaverêkirin îsal li Mûşê 450 hezar ton pincar bê berhemanîn û ew jî bibe 60 hezar ton şekir.

Rêveberê Kargeha Berhemanîna Şekir a Mûşê Turgut Kizilkaya eşkere kir ku ew ji bo berhemanîn û kirîna pincarê şekir dê nêzîkî milyarek lîre pere bidin cotkaran û got:

“Ev milyarek lîre dê sûdeke zêde bigihîne aboriya Mûşê. Di heman demê de dê aboriya Mûşê zindî bike.”

Li parêzgeha Bedlîsê û navçeyên wê Xelat, Tetwan, Elcewaz û Norşînê jî li ser 57 hezar donim erd pincarê şekir hatiye çandin.

Mûş û Bedlîs bajarên berhemanîna şekir in

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanan a Bedlîsê Ramazan Çolak jî got:

“Sala 2023yan em ji 57 hezar donim erd zêdeyî 300 hezar ton berhem çaverê dikin. Ji bo bajarê me dê 600 milyon lîre sûda aborî hebe.”

Mûş û Bedlîs li Bakurê Kurdistanê du bajarên girîng ên berhemanîna şekir in.

Li Mûşê sala 2022yan 46 hezar donim pincarê şekir hatibû çandin û 280 hezar ton pincarê şekir hatibû berhemanîn.

Li Bedlîsê jî 2022yan 53 hezar donim pincarê şekir hatibû çandin û 243 hezar ton pincarê şekir hatibû berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst