Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Tenefê dronek xist xwarê

19-11-2023
Hisên Omer
Nîşan Baregeha Tenefê Hevpeymaniya Navneteweyî Êrişên Dronî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Artêşa Sûriyeya Azad Ebdulrezaq el-Xidir ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dronek li nêzîkê baregeha Tenefê xist xwarê.

El-Xidir ji Rûdawê re da zanîn ku roja şemiyê derdora demjimêr 9ê êvarê dronek ketibû asmanê navçeya 55 ku baregeha Tenefê lê ye.

El-Xidir got, “Berî ku dron bigihîje baregeha leşkerî, hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ew têk şikand û li çolê kete xwarê bêyî ti ziyanan li pey xwe bihêle.

Rêveberê Ofîsa Ragihandina Artêşa Sûriyeya Azad herwiha ji Rûdawê re diyar kir ku hêzên wan bi hevbeşî li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser erkê xwe berdewam in û ji bo parastina navçeyê amade ne.

Grûpên bi ser Îranê ve di van demên dawiye de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê êrişên xwe yên li ser baregehên Amerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst