Li Rihayê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PYDyê” kesek hat desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê ragihand, dema “endamekî PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînorê navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê û navçeya Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê hat desteserkirin.

Li gorî nûçeyê operasyon li ser zanyariyên îstixbaratî hatiye kirin û derbarê kesê hatiye desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li ser sînorê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya PYDyê” roja 29ê Çiriya Pêşînê kesek û roja 5ê Çiriya Paşînê jî kesek hatibû desteserkirin.