Kurdek bi alaya Kurdistanê beşdarî civîna ciwanan a partiyên Ewropayê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Ciwanên Kurd li Bakurê Makedonyayê beşdarî civîna ciwanên ji partiyên cuda yên Ewropayê bû.

Civîna ciwanan a partiyên cuda yên gelên Ewropayê 16ê Çiriya Paşînê li paytexta Bakurê Makedonyayê Skopyayê dest pê kir.

Serokê Kongreya Ciwanên Kurd ên li Derveyî Welêt Felah Hesenê ku beşdarî civînê bû ji Rûdawê re got:

“Civîn ji bo me Kurdan girîng e ji bo gotûbêjkirina rewşa Kurdistanê, ji ber ku nûnerên 61 partiyan ji 37 welatên Ewropayê di civînê de amade ne.”

Felah Hesen wek Serokê Kongreya Ciwanên Kurd ên li Derveyî Welêt bi fermî ji bo civînê hatiye vexwendin.

Felah Hesen herwiha got:

“Bi fermî danîna alaya Kurdistanê di civînên navdewletî û siyasî de destkefteke mezin e ji bo gelê me û dîplomasiya Herêma Kurdistanê.”

Di civînê de ji 37 welatên Ewropayê 61 partî beşdarî civînê bûne û îro bi dawî bibe.