Li Erziromê bûyera trafîkê: Miriyek û 7 birîndar hene

19-11-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî.

Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Derengiya şeva borî otomobîla bi şofêrtiya Yaşar K. li navçeya Dadaşkentê ya li ser rêya Erzirom-Erzînganê li sitareya tenişta rê qelibî û wergeriya aliyê din ê rê.

Di bûyerê de kesekî cane xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Heta tîm gihişt cihê bûyerê Yaşar K. canê xwe ji dest dabû.

Tîmên tenduristiyê heft birîndarên bi navên Z.K, B.K, F.K, B.K, M.Y.K, K.K û G.K. bi ambûlansan veguhastin Nexweşxaneya Lêkolînan a Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst